Beriya niha bi 3 salan bû, gelê Şengalê ku ji ber komkujiya çeteyên DAIŞ’ê hewl didan xwe komî ser hev bikin û rêxistina xwe xurt bikin li dijî wan êrîş pêk hat.
Di êrîşa ku ji aliyê çekdarên PDK û MÎT a tirk ve pêk hat, bû sedema şahadeta gerîla, şervan û rojnamevanan.
Fermandariya Giştî ya YBŞ û YJŞ’ê bi vê boneyê daxuyaniyek weşand û got;
Emê ticarî rê nadin xiyanet û teslîmiyetê.
Beriya sê salan 3 Adara 2017’an çeteyên bi navê Pêşmergê Roj di şexsê Êzidiyên ku ji fermana 3 Tebaxa 2014 an xilas bûne û xwe li Xanesorê bi cih kirine, êrîşek namerdene pêk hat.
Li hemberî vê êrîşê fedaiyên gelê Şengalê canê xwe kirin mertal û canê xwe ji bona gelê xwe fedakirin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ û YJŞ’ê bi rasthatina rojê daxuyaniyek weşand.
Fermandariyê cangoriyên azadiyê bîranîn û wiha got:
Gelê me wê ti carî wan demên îxanetê ji bîr neke.
Ne dewleta Tirk a faşist û dagirker ku dixwaze tevahî Rojhilata Navîn tijî çete bike û ne ji hevkar û sîxûrên wî yên herêmê wê ti carî negihîjin wan hedef û armancên xwe.
YBŞ û YJŞ’ê ragihandin ku her şehîdek ji bo wan xeta azadî û têkoşînê ye û wiha domand:
Ji Zerdeştan, Berxwedanan, Berîvanan, Çiyayan û Arifan ên ku di destpê kê xwe gihandine qêrînên gelê Şengalê, kedkara ragihandina azad Nûjiyan Erhan ya ku di destpêkê qêrînên gelê Şengalê bi tevahî cîhanê re ragihande, Nazê Naîf û Têkoşîn Serhad yên ti carî bejna xwe li hemberî îxanetçiya ne tewandine, Çiya Zerdeşt, Şoreş Sîba û Amed Şengalî bûne navê xeta têkoşîna azadiyê.
Fermandariyê işaret bi lehengiya gerîlayên HPG’ê Orhan Baran û Çekdar Sînan ya bi rihê netewî tevger kir û got:
Ew, di her kêliya jiyana me de ji bona me wê bibin sembola têkoşîna me ya azadiyê.”
YBŞ-YJŞ: Em di nava şer de li dijî xiyanet û fermanê ava bûn
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên YBŞ û YJŞ di nava şer de li dijî xiyanet û fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ava bûn.
YBŞ-YJŞ: Em ê ti carî rê nedin xiyanet û teslimyetê
Fermandariya Giştî ya YBŞ û YJŞ’ê daxuyaniya xwe bi vê sozê bi dawî kir.
Soza me eve, soza me rastiya gelê me û şehîdên me ye.
Em ti carî rê nadin xeta teslîmiyet û xiyanetê.
Li hêmberî êrîşên dijmin yên ser Xanesor, Dugirê û tevahî gelê me yê Şengalê pêk anîne, em ê xwe zêdetir birêxistin bikin û hêza xwe mezintir bikin.