Rûsya: Li Bakurê Sûrî bêhtirî 385 Hezar kes ji ber êrîşên Tirkiyê koçber bûne

Piştî bêdengiyekê, Rûsya ragihand ku dewleta Tirk li herêmên Bakurê Sûrî yên dagir kirine guhertina demografîk pêk tîne.

Wezareta Parastina Rûsyayê got:

Tirkiye, Turkmenan li şûna kurdên ku hatine koçberkirin bi cih dike.

NY jî teqez kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne dûrî sûcên şer in.

9’ê Cotmeha 2019’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kirin.

Di êrîşan de dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên şer yên weke;

Kuştin, dizîn, revandin, koçberkirin û talankirin li dijî şêniyên herêmê pêk anîn.

Ev êrîş di nav de Rûsya, li ber bêdengiyek cîhanî pêk hatin û heta niha jî dewam dikin.

Piştî derketina nakokiyan di navbera Rûsiya û Tirkiyê de, Rûsya ragihand ku dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine guhertina demografîk pêk tîne.

Rûsya: Tirkiyê turkmenan li şûna Kurdên ku hatine koçberkirin bi cih dike

Navenda lihevanîna Rûsî li Sûriyê ku girêdayî wezareta Parastina Rûsyayê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk, piraniya wan Kurd, bêhtirî 385 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn.

Wezaretê got:

Tirkiye, Turkmenan li şûna Kurdên ku hatine koçberkirin bi cih dike.

NY: Sûcên Tirkiyê û çekdarên wê ne dûrî sûcên şer in

Li aliyekî din, di raporeke NY ku hat weşandin de, Komisyona Lêpirsînê ya Navdewletî ya taybet bi Sûriyê teqez kir ku “çeteyên Artêşa Nîştîmanî ya Sûrî ku Tirkiye piştevaniya wan dike, sûcên şer li dijî Kurdan pêk tînin.

Li gorî Komisyonê, van çeteyan hemû kirinên hovane li van herêman pêk anîne, di nav de kuştinên meydanî û talankirina mal û milkên wan.

Komisyona NY, weke nimûneyeke ber bi-çav, bal kişand ser kuştina Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê.

Raporê bi bîr xist ku berî Hevrîn bikujin, çeteyan êşekenceyeke hovane lê kir.

Di çarçoveya sûcên şer de, herî dawî çeteyan av jî ji ser şêniyên Hesekê û Til Temerê qut kir û hîna kirinên xwe dewam dikin.

Li gorî rapora lêpirsînerên NY, “eger hate piştrastkirin ku ev çete bi fermana hêzên Tirkî van sûcên şer pêk tanîn, hingê dewleta Tirk berpirsyartiya van sûcan radike.”

Back to top button