Civata giştî ya meclisa Tirkiyê ji bo Idlibê civiya

Civata giştî ya Meclisa tirkiyê li ser rewşa Idlibê civînek girtî pêk anî.

Civîn ji aliyê serokê meclisê Mustefa Şentop ve hate rêvebirin.

Di civîna girtî de, piştî mirina 34 leşkerên dewleta tirk yên li Idlibê, rewşa dawî û ji niha û pêde wê çi were kirin nîqaş hatin kirin.

Li ser navê hikumetê, di civata giştî de wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu axivîn.

Akar li ser şer û rewşa li Idlibê, Çavuşoglu jî li ser xebatên têkliyan dîplomasî agahî dan parlementeran.

Piştî 6,5 saetan civîn bi dawî bû.

Ji ber civîn bi girtî pêk hat wê nîqaşên di civînê de 10 salan veşartî bimênin.

Ji ber nemeşdarbûna serokomarê tirkiye Erdogan ya civînê, muxalefetê bertek nîşan dan.

Back to top button