HPG: LI ÎDIRÊ 15 LEŞKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN

Bi boneya 41. salavegera damezrandina PKK’ê gerîlyanên HPG’ê li navçeya Başan a Îdirê li dijî artêşa Tirk çalakiyek pêk anî.

Di encama çalakiyê de herî kêm 15 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîla a li navçeya Başan a Îdirê pêk anî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê, roja 26’ê Mijdarê li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa Tirk ku ji Qereqola Axurî diçû navenda navçeyê çalakiyek pêk anî.

Gerîla ji cihekî nêz ve li wesayita zirxî xist û di ecamê de wesayît hat teqandin û herî kêm jî 15 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Qereqolên li derdorê piştî çalakiyê hewl dan dest li herêmê werdin, lê gerîlyan derbên giran li wan jî dan.

Artêşa Tirk nekarî enqaza wesayitê û cenazeyên leşkeran ji herêmê rake.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev çalakî bi boneya 41. salvegera damezrandina PKK’ê pêk hat.

HPG: DI BOMBEBARANA ARTÊŞA TIRK DE TI ZERE NEGIHŞTIYE ME

Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşên hawayî yên artêşa Tirk pêk anîn av agahî dan:

26’ê Mijdarê balafirên şer ên Tirkiyê bombe li qada Çemço ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

27’ê Mijdarê jî balafirên şer Girê Sendûra yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Ji ber her du êrîşan ti zerar û ziyan negihaşt gerîlayan.

Leave a Reply

Back to top button