Komek ji Fransa û Alamnyayê nobetdarên vê hefteyê ne

Çalakiya nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li pêşiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 402’an de ye.

Vê hefteyê çalakî bi dewrgirtina komeke ji Fransa û Almanyayê dewam dike.

Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku, pêkhatina hevdîtina malbatê bi Rêber Ocalan re cihê kêfxweşiyê ye, em li benda agahiyên zelal in.

Komê teqez kir ku aramnca wan azadiya Rêber Ocalan e, lewam ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bi heman armancê li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ciwanên Kurd çalakiyek lidar xistin.

Ciwanan teqez kir ku wê heta azadkirina Rêber Ocalan li qadan bin û têkoşîna xwe xurt bikin.

Back to top button