Li bajarê Babê yê navbera gel û çeteyên dewleta Tirk de şer rûda.
Di encama şerê di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker û malbatekê de, sivîlek û 2 çeteyên Ehrar El-Şam birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, şer navbera malbata El-Wakî û çeteyên Ehrar El-Şam ên artêşa Tirk a dagirker şer derket.
Di encamê de kesek ji malbata El-Wakî û 2 çeteyên Ehrar El-Şam birîndar bûn.
Her wiha çavkaniyan ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şam çekên giran bi kar anîn û hemû rêyên bajar girtin.
Têkildarî sedema şer ti agahî heta niha nehatine bidestxistin.
Li gorî çavkaniyan şer dewam dike.