Meclisa Jinan a Sûriyê bi daxuyaniyek nivîskî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên Idlibê şermezar kir û banga hesab xwestinê kir.
Meclisa Jinan diyar kir ku Oprasyona bi navê ”Mertalê Biharê” ya ku dewleta tirk li dijî sivîlên li Idlibê ragihandiye li dijî rêgezên NY û qanûna navneteweyî bi nav kir.
Meclisê piştgiriya xwe ji malbatên qurbanî û koçberên Idlibê re, ragihand û diyar kir ku deriyê me ji koçberên Idlibê û derverên din re vekiriye.
Meclisa Jinan a Sûriyê diyar kir ku çawa dewleta tirk ‘Lîwa Skenderon’ dagirker kir hewldide Idlibê jî dagir bike û balkişand li ser kirinên hovane yên dewlta tirk li herêma Ezaz, Bab, Efrîn, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê.
Mclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî kir ku bi lez bikeve tevgerê û sînorekî ji dijminahiya Tirkiyê re deyne.
Dewleta tirk xebatê çareseriya siyasî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê asteng dike.”