Li Efxanistanê di êrîşeke Talîbanê de 2 leşkerên Efxanî hatin kuştin

Piştî lihevkirina di navbera Amerîka û tevgera Talîbanê de, duh li eyaleta Helmend a Afxanistanê, di encama êrîşeke Talîbanê de, 2 leşkerên Afxanî hatin kuştin.

Berdevkê eyaleta Helmend ji dezgehên ragihandinê re eşkere kir ku êrîş şeva borî li dijî xaleke kontrolê pêk hat.

Tê zanîn roja şemiya borî bi daxuyaniyeke hevbeş, Amerîka vikişandina hêzên xwe û yên Koalîsyona navdewletî di nava 14 mehan de ji Afxanistanê ragihand, eger Talîban pabendî lihevkirinê bû.

Weke gava destpêkê jî, Amerîka di nava 135 rojan de, wê jimara hêzên xwe li Afxanistanê daxe 8 hezar û 600’î.

Şeva borî serokê Amerîka Donald Trump teqez kiribû ku wî pêwendî li gel lîderê Tevgera Talîbanê Mele Brader kir û ew bi pêwendiyeke pir baş bi nav kir.

Back to top button