Tirkiyê li kuştina 2 leşkerên xwe mikur hat

Şêrê li Idlibê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Êdî tabotên leşkerên tirk yek bi yek ji Idlibê ber bi Tirkiyê ve têne şandin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê ragihand ku li Idlibê 2 leşkerên wan yên din hatin kuştin û 6 jî birîndar bûne.

Ev 7 rojin şerê li rojavayê Welêt li derdora Idlbê gur bûye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir ku di encama şerê di navbera dewleta tirk û rêjîma Sûriyê li bajarê Seraqibê 9 ji leşkerên rêjîmê hatin kuştin û çeteyên dewleta tirk nuqteyên rêjîmê li Seraqibê kiriye hedef.

Di heman demê de balafirên Rûsî gundewarên Seraqêbê bênavber, bombebaran kir.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê ragihand ku li Idlibê 2 leşkerên wan hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Lê çavdêriyê ragihand ku di encama şer de 4 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Çavdêriyê da zanîn ku bombebarana dewleta tirk a li ser nuqteyên rejîmê û alîgirên wê didome.

Çavdêriyê ji aliyekî din ve raginad ku balafireke F16 a dewleta tirk ji Tirkiyê balafireke rejîma Sûriyê li asîmanê Idlibê kiriye hedef, lê nehat zanîn ka ew balafir hatiye derbkirin yan na.

Çavdêriyê destnîşan kir ku çeteyên dewleta tirk bi desteka topavêjin tirk, li gundên Tirnebe û Afs ên Seraqibê êrîşên dijwar pêk tînin.

Her wiha hêzên rejîmê jî li herêmên El-Enkebawî û El-Sermaniye yên Sehil El-Xab êrîşek pêk anîn û şer derket.

Li gorî çavdêriyê ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.

Back to top button