“Parastina rejîmê, moşekine Îsraîlî ji ser quneytira anîn xwarê”

Ragihandina fermî ya rejîma Sûrî îro vê sibê ragihand ku parastina asmanî ya rejîmê rê li ber moşekine Îsraîlî li ser asmanê parêzgeha Quneytirayê girtin.

Li gorî çavkaniyeke leşkerî ya rejîmê, saet 3yê piştî nîvê şevê, dengê tevgera balafirên şer ên Îsraîlî ji aliyê Seydayê ve hat bihîstin û ji ser asmanê Libnanê hinek moşek avêtin ber bi herêma navîn.

Di Sibata borî de jî, artêşa Îsraîlî, hinek moşek ji Colanê avêtin derdora balafirgeha Şamê.

Di salên dawî de, bi armanca têkbirina komên bi ser Îran û Hizbellaha Libnanî ve, Îsraîl gelek moşekan diavêje Sûriyê.

Back to top button