Ji ber vîrûsa Corona li Iraqê 1 mirî û 2 rewş li Siûdiyê hatin tomarkirin

Piştî melayê li Başûrê Kurdistanê, kesekî li Bexdayê jî jiyana xwe ji dest da û Wezareta Tendurisyê ya Siûdiyê, duh êvarî 2 rewş ragihandin.

Li Cezayîrê jî corona zêde belav dibe û jimara nexweşên coronayê bilind bû..

Li navenda sereke ya derketina coronayê jî, îro mirina 31 kesan hat ragihandin û bi vê re bîlançoeya giştî ya qurbanên corona li Çînê, 3 hezar derbas kir.

Ji aliyê xwe ve, Komîteya Tenduristiyê ya Niştimanî 139 rewşên nû tomar kirin ku jimara giştî ya nexweşan dibe 80 hezar û 409 kes.

Bi giştî jimar li Çînê li beramberî welatên din kêm bûne.

Back to top button