“YE” bikaranîna Tirkiyê ya penaberan, bi temamî red dike

Yekîtiya Ewropyaê bi daxuyaniyekê ji wezîrên xwe yên hundir re tekez kir ku ew bikaranîna Tirkiyê penaberên Sûrî ji bo berjewendiyên siyasî bi temamî red dike.

Wezîrên 27 dewletan jî bi cîvîneke awarte daxwaz ji Enqereyê kirin ku hemû bendên lihevkirina bi YE ya 2016 derbarê penaberiyê de, pêk bîne.

Wezîran her wiha piştgiriya xwe ya bi Yûnanîstan, Bulgaristan û Qibirs re nîşan dan û tekezî li ser parastina sînorên yekîtiya Ewropyaê kirin.

Ev ne cara yekem e ku Erdogan penaberan weke gef li dijî welatên Ewropayê bikar tîne û bi rêya vekirina sînorê xwe ji penaberan re hewil dide zextê li Ewropayê bike.

Back to top button