TORA 11. A ASTANAYÊ ÎRO TÊ LIDARXISTIN.. BAZARÊN NÛ DI DEWRÊ DE NE

Tora 11’emîn a Astanayê li paytexta Kazaxistanê tê lidarxistin.

Piştî xetimîna pêvojaya Idlibê û têkçûna propagandaya Rûsya ya jinûveavakirina Sûrî û vegera penaberan, Astana dîsa ket rojevê.

Bazarên nû hene.. Lê ev ê heta ku biçe.

Îro tora 11’emîn a Astanayê li Paytexta Kazaxistanê tê lidarxistin.

Piştî xetimîna pêvojaya Idlibê û têkçûna propagandaya Rûsya ya jinûveavakirina Sûrî û vegera penaberan, Astana dîsa ket rojevê.

Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê ragihand ku aliyên hatine vexwendin, gihandin Astanayê.

Şandeya Rûsyayê bi rêveberiya nûnerê taybet ê serokê Rûsya li Sûriyê Alexender Lavrantiev e

Şandeya Tirkiye ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve Sedat Önal tê rêveberin.

Şandeya Îranê jî bi rêveberiya alîkarê wezareta derve Hisên Cabîrî Ensarî ye.

Her wiha şandeya rejîma Sûrî jî ji aliyê Beşar Ceferî û ya opozisyonê ji aliyê Ehmed Ta’mê tê rêvebirin.

Weke hewildana dawiyê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistûra jî hazir dibe.

Hêjayî gotinê ye ku Emerîka beşdarî civînê nabe.

Li gorî çavdêran; bi awayekî sereke hedef ji vê toran nû ya Astana, kirîna demê ye û parastina bazarên li ser Idlibê ye.

Ev yek di wextekê de tê ku îro danûstandinên Sûrî-Sûrî bi beşdariya hêzên demokratîk ên li hundir li bakur û rojhilatê Sûrî li Eyn Îsayê li dar dikeve.

Leave a Reply

Back to top button