Di parlamena Tirkiyê de pevçûn derket

Dengên li dijî şerê Erdogan ê li Idlibê di hundirê Tirkiyê bixwe de, êdî bilind dibin ..

Ev şer dibe sedema tevlîhevî û nakokiyan di navbera partiyên Tirkiyê de .

Ji tevlîheviyê zêdetir axftinên tûj û heta pevçûna bi destan û li ku?

Di hindirê parlamena Tirkiyê bixwe de.

Şevê din di parlamena Tirkiyê de, parlamenterên AKP û CHP’ê li ser şerê Erdogan ê li Idilbê bi destan bi hev ketin.

Ev der ne kolan, ne jî qehwexane ye.. ev der meclisa parlamenê ye.

Ji destpêkirina Erdogan operasyona bi navê “Mertala Biharê” li Idlibê ragihandiye û heya niha, li dijî wî û vê operasyonê bertek û nerazîbûn derdikevin..

Êdî di hundirê Tirkiyê bi xwe de jî dengên dijberî vê operasyonê bilind dibin.

Her çi qas hikumeta AKP’ê vê yekê binuximîne jî, lê bêyî xwesteka wê, tevlîheviya der barê vî şerê di hundirê Tirkiyê de eşkere dibe.

Ji meş, xwepêşandan û partiyan bigire, heya rojname û dezgehên ragihandinê, li dijî vê operasyonê derdikevin.

Duh jî dîsa ev yek bi awayekî eşkere di parlamena Tirkiyê bixwe de hat piştrastikirin.

Parlamenterên AKP û CHP’ê şevê din di meclisa parlamenê de, ji bo şerê Erdogan li Idlibê bi dest û gotinên tûj pev ketin.

Ev pevçûn, di encama nerazîbûna hebûna leşkerên Tirk li Sûriyê de rû da.

Cîgerê partiya CHP’ê Erdogan bi şandina leşkerên Tirk bo Idlibê tawanbar kir, ku hefteya borî bêhtirî 30 leşkerên wan li wir hatin kuştin.

Beriya vê pevçûnê, parlamenterên Tirk bi gotinan hev bê minet kirin.

Piştî rûniştina parlamenê bi dawî bû jî, belê qerebalix û tevliheviya navbera parlamenteran ranewestiya.

Ji derveyî gelek parlamenter û partiyên muxalif ên dijberî vê operasyonê, gelek aliyên din jî bi rêya nivîs û gotarên xwe vê operasyonê red dikin.

Herî dawî Rojnameya “Bîr Gun” nivîsek bi sernavê ” Şerê Tirkiyê dihêle belengaz werin kuştin û zavayê Erdogan dewlemend bibe” belav kiribû.

Li Stenbolê jî beriya çend rojan li dijî vê yekê, xwepêşandan hatibû lidarxistin, lê dîsa ji aliyê AKP’ê ve hat astengkirin.

Back to top button