Putin û Erdogan li Moskoyê civiyan

Piştî binketina gelek danûstanên wan derbarê Idlibê de, Rûsya û dewleta Tirk îro li Moskoyê hatin gel hev.

Serokkomarê tirk Erdogan îro gihaşte Rûsyayê û li gel hempîşeyê xwe yê Rûs Viladîmir Putin civiya.

Hemwextî civînê, serokê rejîma Sûrî Beşar Esed diyar kir ku leşkerên Tikriyê li Sûriyê ji bo fikrê Erdogan ê Ixwanî tên kuştin.

Piştî gelek hewldanan û kuştina bi dehan ji leşkerên dewleta Tirk serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Moskoyê hevdîtin pêk anîn.

Beriya civîna Erdogan û Putin a girtî, Putin ragihand ku ji bo rewşa Idlibê, pêwîstî bi hevdîtineke rasterast hebû.

Putin ji Erdogan re: Wekî we dixwest em amade ne danûstandinên rasterast bikin

Putin careke din ji Erdogan re idîa kir ku wan nedizanî ku leşkerên Tirkiyê li devera ku hatibû armancgirtin de hene û destnîşan kir ku artêşa rejîmê jî li Idlibê gelek bedel daye.

Putin ji Erdogan re got:

Wekî ku we dixwest, em amade ne bi awayekî rasterast danûstandinan bikin.

Erdogan: Têkiliyên me û Rûsyayê gihaştine lûtkeya xwe

Ji aliyê xwe serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî got, têkilyên wan bi Rûsyayê re gihaştine lûtkeyê û ev yek ji bo têkiliyên wan ên bazirganî û hwd re jî derbasdar e.

Piştî wê, civîna herdu serokan a gritî dest pê kir û derdora 3 saetan dewam kir.

Bi dawîbûna civîna Putin û Erdogan a girtî re, şandeyên herdu aliyan jî tevlî danûstandina bûn.

Beşar El-Esed: Li Sûriyê leşkerên Tirkiyê di ber fikirê Ixwanî yê Erdogan tên kuştin

Hemwextî civîna Erdogan û Putin, serokê rejîma Sûrî Beşar Esed di hevdîtineke tayebet li gel televizyona Rûsya 24 êrîşî Erdogan kir û got:

Leşkerên Tirkiyê ne ji bo berjewendiyên Tirkiyê li Sûriyê tên kuştin, lê belê ji bo bejwendiyên Erdogan ên Ixwanî tên kuştin û Erdogan vê yekê nikare ji raya giştî ya Tirkiyê re bibêje.

Rejîm bang Ewropayê kir ku li dijî Erdogan xwedî helwest be

Li aliyekî din çavkaniyekî ji wezareta derve ya rejîmê bang li dewletên Ewropî kir ku ”helwesteke mirovî li dijî kiryar û sûcên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Sûriyê re nîşan bidin.”

Çavkaniyeke ji Wezareta derve ya rejîmê got:

Gelek berpirsên Ewropî derbarê rewşa idlibê de helwestên ne rast nîşan didin û sûcên dewleta Tirk derheqê sivîlan de paşguh dikin.

Back to top button