Komkara welatên Ereb sedema nearamiyê bi Tirkiyê ve girêda

Komkara welatên Ereb destwerdana dewleta Tirk li welatên wan, weke sedema sereke ya ne-aramiya herêmê pênase kir.

Duh di civîna wan de, komkarê teqez kir ku Tirkiye û destê hinek aliyên din dihêlin çareserî qet pêk neyê.

Ji bo rewşa Lîbyayê jî, Sekreterê Giştî yê Komkarê Ebû el-Xêt diyar kir ku divê encmanaya Kongreya Berlînê pêk were, agirbest çêbibe û pêvajoya siyasî bi serperiştiya NY berdewam bike.

Ebû el-Xêt her wiha anî ziman, komên çekdar ên van welatan ku bi wekalet ji wan re şer dikin, li dijî yekbûna netewî ne.

La Croix a Fransî: Selame ji ber destwerdana Tirkiyê istifa kir

Ji aliyê xwe ve, rojnameyeke Fransî jî sedema istifaya nûnerê taybet bi Lîbyayê Xesan Selame bi vê yekê ve girêda.

Rojnameya La Croix (Le Kixiwa) diyar kir ku “xebatên Selame ji ber destwerdana Tirkiyê êdî bê sûd bûn û her çi qas hewl dida aliyên Lîbî bîne gel hev, lê dewleta Tirk bi binpêkirinên xwe û şandina çekan her tişt pûç dikir.

Back to top button