Jeffrey: Kirîna Tirkiyê ji pergala S-400 re cihê fikaran e

Li gel hewldanên Waşingtonê ku dixwaze piştevaniya Enqere li Idlibê bike, Amerîka ragihand ku “kirîna pergala Rûsî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve ji bo Amerîkayê cihê fikaran e.

Nûnerê taybat ê Amerîkayê ji bo Sûriyê James Jeffrey ji Stanbolê diyar kir ku kirîna Tirkiyê ji pergala S-400 re fikaran ji wan re çêdike.

Jeffrey destnîşan kir ku welatê wî wê li gel Tirkiyê kar bike û zextan li Ewropa bike da ew jî destekê bidin Enqereyê.

Berî hefteyekê, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji Qeterê ragihandibû ku Enqere daxwaza betariyên moşekên Patirotê li Amerîkayê dike.

Lê wezareta Parastina Amerîkayê têkildaîr mijarê tekez kir ku Amerîka desteka asmanî li Idlibê nade Tirkiyê.

Back to top button