Dewleta Tirk vegera Penaberan ber bi Tirkiyê ve asteng dike

Pişt ku Tirkiyê ew weke kaxezeke zextê li dijî YE bikar anîn û ew şandin ser sînoran, dewleta Tirk niha rê li ber vegera penaberan digire û leşkerên xwe li ser sînor bi Yûnanistanê re bi cih dike.

Yekîtiya Ewropayê jî teqez kir ku bikaranîna Tirkiyê ya penaberan ji bo berjewendiyên siyasî nayê qebûlkirin.

Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker wekî her car kaxeza penaberan di rûyê Ewropayê de hilda û bi dehhezaran penaber ber bi Yûnanistanê ve şand.

Di wextekî de ku bi hezaran ji van penaberan di rewşeke xerab li ser sînor dijîn, dewleta Tirk pişta xwe da van penaberan û ragihand ku ew ê nehêle ev penaber dîsan vegerin Tirkiyê.

Wezîrê Hunidrîn ê dewleta Tirk Suleyman Soylu ragihand ku wan ji bo rêgirtina li ber vegera penaberan ber bi Tirkiyê ve hin rêkar girtine.

Tirkiye 1000 leşkerî dişîne sînorê bi Yûnanistanê re

Soylu got:

Ji bo astengkirina vegera penaberan niha derdora 1000 leşker li kenara çemê Mîrîtiş li ser sînorê bi Yûnanistanê re tên belavkirin.

Ev daxuyaniya Soylu piştî serdana wî ya bi balafirê ji sînorê Tirkiyê-Yûnanistanê pêk hat.

Duh jî Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê ji wezîrên xwe yên hundir re tekez kir ku ew bikaranîna Tirkiyê penaberên Sûrî ji bo berjewendiyên siyasî bi temamî red dike.

YE: Bikaranîna Tirkiyê ji penaberan re nayê qebûlkirin

Wezîrên 27 dewletan jî bi cîvîneke awarte daxwaz ji Enqereyê kirin ku hemû bendên lihevkirina bi YE ya 2016 derbarê penaberiyê de, pêk bîne.

Wezîran her wiha piştgiriya xwe ya bi Yûnanîstan, Bulgaristan û Qibirs re nîşan dan û tekezî li ser parastina sînorên yekîtiya Ewropyaê kirin.

Back to top button