Piştî 29 salan ji Raperînê, rewşa Başûrê Kurdistanê

Ji beriya 29 salan gelê Başûrê Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriya rejima Baas serîhilda û hikûmeta xwe avakir.

Ev serhildan ji bo tevayê gelê Kurd bû hêvî û cihê keyfxweşiyê.

Lê piştî raperînê li şûna pêşxistina destkeftiyan, şerê navxweyî destpêkir.

Ev yek jî bû sedema krîz, ne aramî û koçberiyê.

Belê niha jî berxwedaniya beriya 29 salan a gelê başûrê kurdistanê.

Ji beriya 29 salan ango roja 5’ê Adara sala 1991’an gelê Başûrê Kurdistanê li dijî rejima Baas raperîn kir û rejima Baas ji ser xaka Başûrê Kurdistanê hate derxistin.

Di 19’ê Gulana 1992’an de yekem car hilbijartinên parlamentoyê li Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin û Parlamento hate avakirin.

Ji ber pilanên ji derve li ser partiyan û gelê Başurê Kurdistanê hebûn, carek din xwîna Kurda bi destê Kurda were rijandin.

Di 17’ê Îlona 1998’an de li ser xwesteka Amerîkayê Barzanî û Talebanî peymana Waşintonê îmze kirin.

Piştî rejima Baas hat rûxandin, di sala 2005’an de li Iraqê hilbijartin hatin kirin û îdareya Silêmanî û Hewlêr bûn yek îdare.

Di sala 2006’an de hikûmetek yekgirtî li Herêma Kurdistanê hate avakirin.

Lê nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê her ku çû zêdetir dibûn, di sala 2009’an de bi damezrandina Tevgera Goran re gelek welatî berê xwe dan Tevgera Goran û daxwaza guhertinê di hikûmeta herêmê de dikirin.

Roja 17’ê Sibata sala 2011’an pêla nerazîbûnan a gel li dijî bê mafî û nedadperweriyê ji Silêmaniyê destpêkir û li piraniya bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê belav bû.

Xwepêşandanan bi qasî du meha berdewam kir. Di dema xwepêşandanan de 10 welatî hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Piştî wê demê û şûnde Hikûmeta Herêma Kurdistanê dirûşemeyên aboriya serbixwe bilindkir û biryara serbixwe ya firotina neftê da.

Her wiha lihevkirina 50 salî li gel dewleta Tirk îmze kir.

Ji ber vê lihevkirinê hikûmeta Iraqê nerazîbûn nîşan da û budceya Herêma Kurdistanê neşand.

Ev yek jî bû sedem li Başûrê Kurdistanê kirîza aborî derkeve.

Di 25’ê Îlona 2017’an de referandum hate lidarxistin, lê piştî demek kurt di 16’ê Cotmeha heman salê de hêzên Iraqê li dijî Kerkûkê dest bi êrişê kirin û dinava du rojan de ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê hate ji destdan.

Piştre ji ber zextên Amerîkayê Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îstifa kir.

Roja 30’ê Îlona 2018’an hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.

Her çendî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ji sedî 56’ê welatiyan beşdarê hilbijartinê bûn, lê dihat gotin ji sedî 75 welatiyên Herêma Kurdistanê tevli hilbijartinan nebûn.

Ji piştî raperîna sala 1991’an ve 7 rojnamevan hatine qetilkirin û bi dehan kes jî ji ber azadiya fikir û ramanê hatine girtin.

Li gorî çavdêran jî raperîna beriya 29 salî nekarî serdema Baas’ê li Başûrê Kurdistanê biguhere û hişmendiya rêveberiya li Başûrê Kurdistanê heye metirsîdar e.

Back to top button