LI ŞIRNEXÊ 50 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re zext û zordariya AKP’ê li ser gel her zêde bûye .

Vê carê jî li Şirnexê di serdegirtina malan de 50 kes hatin binçavkirin.

Duh danê sibehê polîsan li navenda bajêr û navçeyên Şirnexê avêt ser gelek malan.

Li gorî agahiyên bi dest ketin li Şirnexê 8, li Cizîrê 18, li Silopiyayê 14, li Hezexê 9 û li Qilebanê jî kesek hatiye binçavkirin.

Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatine tawanbarkirin û li midûriyetên emniyetên navçeyê tên ragirtin.

LI KONYAYÊ 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Her wiha li navenda konya, navçeyên Karatya û Selçûk-lûyê jî hêzên girêdayî dewletê bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinên malan de rêveberê HDP’yî yê berê û yê nû jî hatin girtin di nav de, bi kêmanî 8 kes hatin girtin.

Leave a Reply

Back to top button