Komcivîna Meclisa Jinên Sûriyê bi girtina biryaran bi dawî bû

Komcivîna Meclisa Jinên Sûriyê ya ku li ser ‘Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de’ li navçeya Amûdê hat lidarxistin, bi girtina gelek biryaran bi dawî bû. Yek ji biryaran jî avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo cezakirina sucdarên komkujiyên derheqê jinan de ye.

Meclisa Jinên Sûriyê komcivînek li ser ‘Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de’ li hola Beyîlesan a navçeya Amûdê li dar xist.

Komcivîn bi amadebûna siyasetmedar, mafnas, lêkolîner, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çapemeniyê û kesayetên serbixwe pêk hat.

Di nava komcivînê de jinan nêrînên xwe derbarê rewşa jin di nava krîza heyî de parve kirin.

Her wiha li ser du rûniştinan komcivîn hat lidarxistin û di nav de jî semînerên cur bi cûr li ser bandora krîzê li ser jinan hatin dayin.

Piştî nîqaşan biryarên hatine girtin bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hatin eşkerekirin

Hin ji wan biryaran wiha ne:

Divê rê li pêşiya komkujiyên li ser jinên Sûriyê bên girtin ev yek jî bi hevgirtina tevahî jinên Sûriyê mayinde dibe.

Her wiha dadgeheke navneteweyî ji bo komkujiyên derheqê jinan de bên çêkirin û mafê jinan di zagonên navneteweyî de bên parastin.

Guhertinên demografîk yên ku li Sûriyê tên çêkirin bandorê li ser derûniya jinan dike.

Divê li ser bê sekinandin û ev jî erkên rêxistinên mirovî û navneteweyî ye.

Divê proje û cihên taybet ji bo jinên rewşa wan ya derûnî ne baş e, bên pêşxistin.

Pêwist e pirojeyên aborî ji bo jinan zêde bibin, da jin bikaribe li hember zehmetiyan rûmeta xwe biparêzin.

Divê jin di nava destûra Sûriyê de cihê xwe bigire û xwedî biryar be, da mafê tevahî jinan mayinde bibe.

Back to top button