Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê bi Mezlûm Ebdî re civiya

Şandeyek ji Şengalê bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re civiya û ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî, spasiya QSD’ê kir.

Şandeya Şengalê ku ji endamên Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê pêk dihat hat, serdana QSD’ê kir.

Şande bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re civiya.

Di civînê de şande derbarê bidawîkirina DAIŞ û rizgarkirina jin û zarokên Êzidî, spasiya QSD û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Ji aliyê xwe ve Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî piştgiritiya xwe ya bi şêniyên Şengalê bi tevahiya rêbazan destnîşan kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku wan bi erka xwe ya exlaqî û mirovî ya li hember şêniyên Şengalê bi cih anîn.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî soza dewamkirina têkoşînê heya rizgarkirina hemû Êzîdiyên revandî da.

Back to top button