Piştî Ketina Ixwanan, Amerîka ceza ji ser Sûdanê rakir

Piştî xistina hikumê Ixwanan a Omer el-Beşîr li ser destê gelê Sûdanê dawiya sala borî, êdî ji lîsteya terorê derdikeve.

Artêşa Sûdanî hewl da xwe nêzî Îsraîlê bike û têkiliyên xwe xurt bike, ev yek hişt Amerîka cezayên 20 salan ji ser Sûdanê rake.

Têkiliyên wê bi Îsraîlê re, cezayên 20 salan ji ser rakir…

Hikumeta hîna li ser lingan nesekiniye.. têkiliyên xwe bi cîranan re birfireh dike.

Piştî ketina hikumê Ixwan el-Muslimîn, 4ê mehê Amerîka biryar da ku hemû cezayên aborî ji ser Sûdanê werin rakirin.

Ji ber wê piştevaniya terorê dikir, li dirêjahiya 20 salan Sûdan li jêr cezayên Amerîkî dinaliya..

Tevî Koşka Spî,12ê Cotmeha 2017an biryara rakirina cezayan dabû jî, lê hingê ev yek pêk nehat.

Di Çileyê 2016an de, wezareta derve ya Sûdanî peşinyar kiribû ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin, lê bi mercê rakirina cezayên Amerîkî.

Ji bo vê gavê jî, wê çaxê serokê Sûdanî Omer el-Beşîr ragihandibû ku “eger îroj Îsraîl Sûriye dagir kiriba, wê ev wêraniya han bi ser de nehatiba..

Li gorî berpirsekî Îsraîlî, herdu welat di nava têkiliyên veşartî de ne.

Di şîroveyeke rojnameya Haaretz a Îsraîlî de, asayîbûna têkiliyan diyariyeke pîsek bo Îsraîlê ye û divê pir haydar be.

Ji ber li gorî wê, hîna welat di nava şerekî siyasî de vidigevize û mesele ne tenê aloziya Filistîn û Îsralê ye.

3yê meha Sibatê, serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu û yê meclisa demkî ya Sûdanê el-Burhan li hev civiyan, ev hevdîtin hişt ku cezayên Amerîkî bi dawî bûn.

Li Sûdanê aniha, hêzên siyasî hewl didin sîstemeke demokratîk ava bikin û rê li ber desthilata artêşê bigirin.

Dibe ev nakokiyên navxweyî, nehêlin têkilî geş bibin, ji ber tevî xistina serokê berê hîna bi awayekî veşartî Ixwan el-Muslimîn tev digerin.

Sûdan, xwedî cihekî stratejîk li ser beravên Deryaya Sor e û eger di milê aborî de xwe spart welatên Rojavayî, dê sûdê bide Îsraîlê.

Lê çavdêr dibînin, eger ev têkilî tenê ji bo sloganên hilbijartinan bin, wê ev yek dewam neke, nemaze ku Netanyahu îroroj bi gendeliyê tê tawanbarkirin û li benda dadgehkirina xwe ye..

Back to top button