Piştî agirbestê, 15 leşkerên rêjîmê û çete hatin kuştin

Agirbesta Putin-Erogan ku di encamê hevdîtina duh a li Moskoyê de hat ragihandin, di saetên xwe yên destpêkê de hat binpêkirin.

Di encamê şerekî navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîmê de 15 kuştî ji herdu aliyan çêbûn.

Her wiha tevî ku dema Erdogan a ji rejîmê re ji bo vekişînê destnîşankiribû bi dawî bû, lê heta niha xalên Erdogan di dorpêçiya rejîmê de ne û Erdogan dibêje wê ev xal weke xwe bimînin.

 

 

Di encamê hevdîtina herî dawî ya serokkomarê Tirkiyê Erdogan û serokê Rûsyayê Vildîmir Putin de agirbestek li Idlibê hat ragihand.

Lê hîna 8 satetên destpêkê yên agirbestê derbas nebûyî, di navbera aliyan de şer derket.

Di encamê de ji her du aliyan 15 kuştî çêbûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku piştî ragihanda agirbestê, li Cebel El-Zawiyê ya Idlibê şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de derket.

Di encamê de 6 leşkerên rejîmê û herî kêm 9 çeteyên dewleta Tirk, hatine kuştin.

Hevdîtina navborî piştî bidawîbûna dema ku Erdogan ji rejîmê re ji bo vekişînê destnîşan kiribû pêk hat.

Lê ne di encamê gefên Erdogan û ne jî di encamê hevdîtina wî ya li gel Putin de rejîm bipaş de venekişiya û xalên dewleta Tirk ên bi navê” Çavdêriyê” di dorpêçiya rejîmê de man.

Erdogan: wê xalên me weke xwe bimînin

Herî dawî têkildarî mijarê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan idîa kir ku ji bo êrîşeke pêkan a rejîmê li dijî leşkerên wan, ew amadene bersivê bidin.

Erdogan wiha got:

Xalên me yên çavdêriyê li Idlibê wê weke xwe bimînin û ti guhertin pêk nayê.

Li aliyekî din û ji bo agirbesta Putin-Erdogan, Holenda pêşinyarek pêşkêş kir.

 

Holenda pêşineyarek li ser agirbestê zêde kir

Wezîrê dervê yê Holendayê Steve Block pişniyar kir ku divê herêma qedexekirina balafiran li Idlibê were avakirin.

Yekîtya Ewropayê û NY jî kêfxweşiya xwe ji bo agirbestê anî ziman û diyar kir ku divê ev agirbest li ser erdê pêk were.

Back to top button