Îro dîsa pevçûn li ser sînorê Yûnanistanê derket

Tevî lihevkirina navbera wan û Moskovayê de, Enqere hîna gefan li YE dixwe û dibêje ew ê sînorên xwe negirin û ji biryara xwe venegerin. YE jî weke bertîl, diyar kir ku ew ê pereyan ji Tirkiyê re bişîne. Ji bo asêkirina sînor jî, Almanya hêzekê dişîne Yûnanistanê. 

Îro dîsa pevçûn li ser sînorê Yûnanî-Tirkî rû da..

Desthilatên Yûnanî bi av û bombeyên gazê hewldanên derbasbûna penaberan bo welatê xwe asteng kirin.

Ev serê hefteyekê ye, ji bo berjewendiyên xwe, Erdogan bi hezaran penaber bi ser Yûnanistana cîran de berdan.

Ji ber jidestdayîna gelek leşkerên xwe li Idlibê û bi bihaneya ku YE nikarîbû barê penaberên Sûrî hilîne, serokê hikumeta AKP’ê sînorê xwe vekir.

Lê paşê hat xuyakirin ku dewleta Tirk ne tenê pebanberên Sûrî, lê belê Efxan, Pakistanî û Afrîkî jî dersînor kirin.

Tirkiye: Em ê deriyê xwe li pêşiya penaberan negirin

Ev siyasetên Erdogan rastî nerazîbûnên tund hatin, ku YE got Tirkiyê nikare wan aciz bike.

Piştî civîna Erdogan û hempîşeyê wî yê Rûsî Putin, serokatiya Tirkiyê ragihand ku lihevkirina navbera wan û Moskovayê nayê wateyê ew ê deriyên xwe bigirin.

Li gorî wê jî, YE sozên xwe yên di çarçoveya peymana 2016an de bi cih neanî û Enqere ji biryara xwe venagere.

YE: Em ê nehêlin Erdogan kaxeza penaberan bi kar bîne

Ji bo parastina welatên xwe ji herkîna çeteyên Erdogan ên di nava van penaberan de veşartî, YE bertîlên nû dide pêşiya Tirkiyê.

Îro Yekîtiyê anî ziman, ew ê pereyan ji wan re bişînin û teqez kir, ew ê nehêlin Erdogan van penaberan weke kaxez bi kar bîne.

Weke tedbîr jî, hikumeta Alman dê hêzeke piştgiriyê bişîne sînorê Yûnanistanê.

Back to top button