Hêzên Çekdar ên Libnanê ragihand ku li ser rêya Xerdalî û Nebetiyê êrişî otomobîleke leşkerî hatiye kirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku otomobîl li herêmeke şer çûn û hatin dikir û wan guman jê kiriye.
Artêşa Libnanê ragihand ku 3 leşkerên wan di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hatine kuştin.
Îsraîlê tekez kir ku ew li dijî Hizbulahê li wir in, ne li dijî artêşa Libnanê û ew mijûlî lêkolîna li ser bûyerê ne.
Artêşa Libnanê di daxuyaniyekê de bi tundî ew êriş şermezar kir.
Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun ew êriş wekî “binpêkirineke eşkere ya serweriya Libnanê” bi nav kir.
Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam jî kuştina leşkeran wekî tawaneke qirêj nirxand.
Wan ji Tehranê xwestibû ku destwerdana di kar û barên welatê wan de rawestîne.
Li hemberî vê yekê, Hizbulahê êrişa Îsraîlê wekî “tawaneke qirêj” bi nav kir.
Hişyariya valakirina gundan
Îsraîlê hişyariyeke nû ji bo valakirina 5 gundên din ên başûr û rojhilatê Libnanê da.
Îsraîlê ragihand ku di nav 2 rojan de li zêdetirî 150 armancên Hizbulahê dane.
Pêngava êrişên Israîlê heta niha bûye sedema kuştina nêzîkî 3 hezar û 600 kesan li Libnanê.



