Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl bi mijara vegera koçberan serdana parêzgeha Reqayê kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl, tevî hejmarek ji Kurdên navdar ên ji Reqayê îro çû parêzgeha Reqayê.
Li gorî agahiyên çavkaniya dane ajansa ANHA re, serdan bi armanca nîqaşkirina rewşa giştî ya Kurdên li Reqayê, rêbazên xurtkirina ewlehiya herêmê, her wiha peydakirina mercên guncaw ji bo vegera zêdetirî 2 hezar malbatên Kurd ên koçber li warê xwe (Reqayê) pêk hat.
Di encama êrişên destpêka îsal ên li ser herêmê de hejmarek zêde ya malbatên ji Reqayê koçî Cizîrê û Kobanê kirin.



