Li bajarê Montpellierê yê Fransa, bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê yê Riha Omer Ocalan civîneke gel hate lidarxistin.
Civîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û gelek Kurdistanî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Omer Ocalan li ser guherînên ku li Rojhilata Navîn pêk tên û rola gelê Kurd axivî û got:
Kurd êdî li Rojhilata Navîn ne qurban in, bûne hêzeke siyasî û aktorek bingehîn.
Ocalan diyar kir ku Gel divê bi rêxistinbûna xwe bibin bingeha vê pêvajoyê.
Di civînê de beşdaran jî li ser pêvajoya nû, şêweyên rêxistinê û karûbarê civakî fikir, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di dawiyê de hate xwestin ku rêxistina komunal bêtir were xurtkirin,
Pêvajoya nû ya avakirinê bi beşdariya gel were meşandin û şertên nîqaşê yên firehtir bi gel re werin afirandin.



