Partî û Rêxistinên Kurdistanî encamnameya civîna xwe ya 20’emîn eşkere kir

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî civîna xwe ya 20’emîn li dar xist.

Komîteyê di civîna xwe de rûdanên li her çar beşên kurdistanê nirxandin.

Komîteyê berxwedan gelên rojava ya li dijî dagirkeriyê silav kir û xebatên KNK’ê yên j bo yekîtiyê jî bi erênî nirxand.

 

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî di 1’ê Adarê de li navenda KNK’ê ya li Brukselê civîna xwe ya 20’emîn li dar xist.

Komîteyê bi daxuyaniyeke nivskî encamname bi raya giştî re parve kir.

Komîteyê diyar kir ku di civînê de bi awayekî berfireh li ser rewşa rûdanên dawî yên li Kurdistanê nîqaş hatine kirin û wiha hat gotin:

Rewşa Rojavayê Kurdistanê, rojeva sereke ya civînê bû.

Teybetî êrîş û dagikeriya dewleta Tirk, suçên şer û sûçên dijê mirovahiyê yên dewleta tirk û çeteyên wê hatin nirxandin.

Komîteyê berxwedaniya li dijî dagirkeriya dewleta tirk jî silav kir û ev yek weke,
Li hember êrîş û dagîriya dewleta Tirk, xwedî derketina berxwedana Rojava ji teref hemû gelê Kurdistanê û hemû hêzên Kurdistanî ve, weke gaveke mezin ya yekîtiya neteweyî hate nirxandin û hate silavkirin.

Komîteyê xebatên KNK’ê yên li rojava jî bi erênî bi-navkir û daxwaziya domandina danustandinan kir.

Rewşa li başûrê kurdistanê jî di cîvînê de hat nirxandin.

Parstina bawermendên Êzîdî û avakirina statûyek xweser li Şengalê jî bû beşek ya plansaziyê.

Di nirxandina rewşa li Rohilatê Kurdistan û Îranê de, bal hat kişandina li ser zindan û êrîşên li ser Kolberan.

Hate gotin krîza aborî û siyasî ya li Îranê raste rast bandora xwe li ser jiyana tevahiya gelan dike.

Li ser rewşa Bakur, êrîşên dewleta Tirk yên li ser gel û deskevtiyan, teybetî dest-danîna li ser şaredariyên bajarên Kurdistanê yek ji rojeva din ya komîteyê bû.

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Kurdistanî da zanîn ku wan bi palansaziyek teybet ya rêze hevdînên dîplomatîk hate çêkirin.

Back to top button