Beşar Esed: Li Sûriyê tiştek bi navê doza Kurdî tune ye

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed careke din rastiya zihniyeta rejîmê ya di derbarê gelên li Sûrî de derxist pêş û got, Li Sûrî ti dozeke bi navê kurdî tune ye. Kurd ji ber zextên dewleta Tirk reviyan Sûriyê û me ew bi nasname kirin.

 

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed idîa kir ku li Sûriyê tiştekî bi navê Doza Kurdî tune ye.

Beşar Esed di hevdîtineke li gel televizyoneke Rûsî de, rastiya hebûna Kurdan li ser xaka wan a resen li gorî xwe nîşan da û Kurd bi mêhvanan bi nav kir.

Esed got:

Kurd û Ermenên li Bakurê Sûrî ji ber zextên dewleta Tirk di sedsala borî de reviyan û hatin Sûrî.

Esed ne tenê doza Kurdî nas nekir, lê belê Kurdên ku ev 9 sal in li gel hemû pêkhatiyên Sûrî li dijî pirojeyên parçekirin û dagirkirina xaka Sûrî têkoşîn kirin, bi ”ne Sûrî” bi nav kir.

Beşar Esed: Kurdên li bakurê sûrî, ne Sûrî ne

Esed çavên xwe li ser berxwedana gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî, nemaze li dijî xetertirîn gef li cîhanê DAIŞ’ê girt û got, wan nasname dane Kurdan û Kurd bê nasname bûn.

Beşar Esed: Danûstandinên me bi hin komên Kurd re hene

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esed idîa kir ku niha danûstandin navbera wan û hin ”komên Kurd” de hene, lê Esed ev kom bi nav nekirin.

Têkildarî hebûna hêzên Amerîkî li Rojhilatê Firatê, Beşar Esed ev tişt anî ziman:

Ya girîng şerê li Idlibê ye, lê ne dûr e ku li dijî hebûna hêzên Amerîkî li herêmê ”Berxwedanek ” pêk bê.

Back to top button