Erdogan: Nîsana bê em ê pergala S-400 bi kar bînin

Piştî hevdîtina wî ya dawî bi serokê Rûsyayê re, serokkomarê Tirkiyê Erdogan dibêje ewê Nîsana bê pergala S-400 a Rûsî bikar bîne.

Duh ji bo rewşa Idlibê serokê Rûsyayê Viladîmir Putin û Erdogan li Moskoyê civiyan.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan piştî civînê, got ew ê pergala S-400 a Rûsî di Nîsana bê de bikar bînin.

Erdogan li wê yekê mikur hat ku Amerîka desteka leşkerî nade wan ji bo Idlibê û destnîşan kir ku wan ji Amerîkayê pergala Patryotê xwestiye, lê heta niha ti destek wernegirtine.

Duh jî hemwextî hevdîtina Erdogan û Putin, nûnerê Amerîka yê Taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku kirîna Tirkiyê ya pergala S-400 ji bo Amerîka cihê fikaran e.

Back to top button