Bi boneya 8’ê Adarê desteya jinan serdana navenda giştî ya YPJ’ê kir

Ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tenê 2 roj man. Di vê çarçoveyê de Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan serdana goristanên şehîdan ên kantonên Qamişlo û Hesekê kirin û mûm li gorên şehîdan vêxistin. Her wiha Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Navenda Giştî ya YPJ`ê ya li bajarê Hesekê kir.

 

Bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê şandeyek ji Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Navenda Giştî ya YPJ`ê ya li bajarê Hesekê kir.

Şande ji aliyê Fermandara YPJ’ê Axîn Nûjiyan û şervanên YPJ’ê ve hat pêşwazîkirin.

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro, 8’ê Adarê li YPJ’ê û jinên cîhanê pîroz kir û got:

Doza me yek e, em hemû di oxira azadiya jinan de têdikoşin, wê dawiya dewleta Tirk li ser destê gel û YPJ’ê be.

Fermandara YPJ’ê Axîn Nûjiyan jî Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir.

Dawiya serdanê, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasnameyek pêşkêşî YPJ`ê kir û gul dan şervanên YPJ’ê.

KONGRA STAR Û MALBATÊN ŞEHÎDAN, SERDANA GORISTANÊN ŞEHÎDAN KIRIN

Her wiha çalakiyên Kongreya Star û meclisên jinan li herêma Firat û Cizîrê, ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê dewam dikin.

Duh li navçeya Tirbespiyê şandeyek jinan û malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur kirin û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Bi heman armancê dayîk û hevjînên şehîdan jî li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn.

Li Dêrikê jî bi dehan jin serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrik kirin.

Jinan bi sloganên silavkirina berxwedana jinê kulîlk danî ser gora şehîd Hevrîn û dayîka Aqîde.

Li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê jî heman dimen hebûn.

Ev der jî gotristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li navçeya Dirbêsiyê ye.

Li Şehbayê jî, bi dehan jinan, serdana Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê ya li kantona Şehbayê kirin.

Back to top button