Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva daxuyaniyên Beşar El-Esed da û bang kir ku divê rêjîma Sûrî li doza Kurdî weke beşek girîng ji çareseriya niştimanî ya giştî binêre.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku rejîma Sûrî bi serhişkî û îsrara xwe ya çareserkirina aloziyê di nêrîneke teneg de beşê herî mezin ê aloziya heyî ye.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de wiha got:
“Daxuyaniyên vê rengî dide nîşandan ku rejîm di mijara diyalogan û vekirina li çareseriyên demokratîk li Sûriyê de ne cidî ye.
Ev nêzîkatî jî li gorî berjewendiyên siyasetên Tirkiyê tên.”
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku projeya Rêvebeirya Xweser projeyek niştimanî ye û ti ziyanê nade Sûriyê wekî welat û yekitiya wê.
Di dawiyê de Rêveberiya Xweser bang li rêjîma Sûrî kir ku divê li doza Kurdî weke beşek girîng ji çareseriya niştimanî ya giştî binêre.