Xelata hemwelatîbûna rûmetê ji bo Ocalan Tirkiyê bi hêrs kir û xist nava serferberiyê

Li ser dayîna xelata hemwelatîbûna Rûmetê ji bo Rêber Ocalan, Tirkiyê aciz bûye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dayîna xelatê ji aliyê bajarokê “Fossalto” yê Îtlayayê şermezar kir.

Wezareta Tirkî bi daxuyaniyekê got, êrîşî Ewropayê kir û got”şerm e ev xelat ji bo Ocalan were dayîn”

Lê belê heta niha Îtaliya ti bersiv nedaye vê daxuyaniya Tirkiyeyê.

Berî çend rojan, serokê Şaredariya wî bajarî gotibû “Îdeolojiya Ocalan li Rojava bûye mînak, bi rêya wê jinê cihê xwe di nava rêveberiyê de girtiye û li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke xurt kiriye.”

Her wiha destnîşan kiribû ku dayîna hemwelatîbûnê ji bo Ocalan dereng e û bang li şaredariyên din jî kir di vê mijarê de gavan bavêjin.

Back to top button