Li Misrê 3 keçên 14 salî dawî li jiyana xwe anîn

Li parêzgeha Şerqiya ya Misrê, 3 keçên 14 salî bi vexwarina dermanê jehrê xwekuştin.

Her sê keçan li hev kir ku piştî roja xwe li dibistanê biqedînin bi hev re xwe bikujin.

Heta niha nehatiye zanîn bê sedema vê yekê çi ye.

Li gorî raporên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî yên sala 2016’an, Misr dewleta 150 ye ji 183 dewletên cîhanê û bi taybet piştî tomarkirina 3799 rewşên xwekuştinê.

Back to top button