DAXWAZA HEDÎTINA BI OCALAN RE CARA 767 HAT REDKIRIN

Parêzerên Rêber Ocalan, ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serdozgeriyê serlêdana parêzeran a 767’emîn jî red kir.

Parêzer Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coş-acak ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêber Ocalan re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Serdozgeriyê vê carê jî wek her carî serlêdana parêzeran red kir.

Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê 767 caran serî li serdozgeriyê dane, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin.

Hêjayî gotinê ku parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê çêbikin.

Leave a Reply

Back to top button