Gaziyên şer 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir

Federasyona Gaziyên şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li tevahî jinan pîroz kir û banga avkirina yekîtiya jinan kir.

Federasyona Gaziyan diyar kir ku divê jiyana li ser bingehê bîrdoziya rizgariya jinê were pêşxistin.

Gaziyan destnîşan kir ku divê jin serî li hember hovîtiya ku dijmin dide meşandin derkevin û nepejirînin û gotin:

Wek gazî û birîndarê şer me li hemberî dijminê hov şer kiriye, parçeyek ji laşê xwe dane.

Em bang li hemû jinan dikin ku rola xwe ya aşîtî azadiyê û wekhevê bilîzin.

Xeta jina azad wê biser bikeve, lewma jinek azad civakek azad e.

Back to top button