Fermandara YPJ’Ê Tolhildan Raman: “Divê jin asta têkoşîna azadiyê bilin bikin”

Yek ji fermandarên YPJ’ê Tolhildan Raman 8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanî li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku roja 8’ê adarê bi xwîna jinên kedkar ên li hemberî zulm û pişaftinê serî hildane, hatiye nivîsandin. 

Yek ji fermandarên YPJ’ê Tolhildan Raman 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê, şervanan û bi taybet li dayikên şehîdan pîroz kir.

Derbarê girîngiya vê rojê Tolhildan Raman diyar kir ku ev roj berhema têkoşîn û keda jinan a li tevahî cîhanê ye û her roj ji bo me 8’ê Adarê ye.

Tolhildan diyar kir ku roj 8’ê Adarê bi xwîna jinên kekdar ên têkoşer ku li hemberî zulm û pişaftinê sekinîn û ji bo azadiyê xwe fedkarî kirin, hatiye nivîsandin.

Tolhildan Raman: “YPJ sembola serfiraziya Jinan e”

Tolhildan destnîşan kir ku YPJ’ê ji bo gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî biparêze bi erkê xwe rabûn û bûn bersiv ji êrşên dewleta tirk li herêmê û êrşên DAIŞ’ê.

Tolhildan Raman diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe li ser jinan sûcên şer dike mînaka wê yekê jî lîstina bi cenazeyê şehîd Amara, nêzîkatiyên hovane bi şervana dîlgirtî Çîçek re û şehîd xistinaHevrîn Xelef bi awayekî hovane.

Ev hemû nîşan didin ku pergalên desthilatdar ên dîktator ji azadî û têkoşîna jinna ditirsin.

Fermandara YPJ’ê Tolhildan Raman nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Peyama me ji bo hemû jinên cîhanê ew e hevgirtina xwe ava bikin û li hemberî zihniyeta desthilatdar a baviksalarî ya ku mafên jinan red dikin, têbikoşin.

Back to top button