Akar: Agirbest nehatiye binpêkirin û em ê bersivê bidin êrîşan

Di demekê de ku Tirkiyê dibêje, agirbesta li Idlibê nehatiye binpêkirin, Rûsya û çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan, binpêkirinan teqez dikin, hefteya bê jî şandeyekê Rûsî serdana Enqereê dike.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Xilûsî Akar ragihand ku agirbesta li Idlibê ku wa bi Rûsya re li ser lihevkirine, bi awayekî baş û bê binpêkirin birêve diçe.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê, Akar hişyarî da ku eger ti êrîş li dijî wan pêk were, ew ê bersiveke tund bidin.

Akar: Hefteya bê şandeyeke Rûsî serdana Enqerê dike

Akar eşkere jî kir ku hefteya bê wê şandeyeke leşkerî ya Rûsî serdana Enqerê bike.

Rûsya: Agirbest 6 caran hatiye binpêkirin

Li aliyê din, serokê navenda lihevanîna Rûsî, lîwa Olîg Corafliyof ragihand ku, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 6 caran agirbest binpêkirine û gule bi ser taxên sivîlan de reşandine.

Corafliyof got: ji destpêka agirbestê ve, çeteyan gule bi ser deverên Kefer Helal û Xirbet Cezraya yên parêzgaha helebê, her weha taxa Kebana û Eko yên parêzgaha Laziqiye ve barandine.

ji aliyê xwe ve cavdêriya sûrî ya mafên mirovan ragihand ku, piştî ragihandina agirbestê bi çend seatan, pevçûnên dijwar li Cebel Ezzawiye di navbera hêzên rejîm û partiya Îslamî ya Tirkistanî de rû dan û di encam de 15 kuştî ji herdu aliyan ketin.

Duh Înê şêwermenda serokatiya rejîma Sûrî Buseyna Şaban ragihand ku, lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ji bo Idlibê di berjewendiya Sûriyê de û em destekê didinê.

Pêncşema borî li Moskovayê, Pûtin û Erdogan piştî civîna 6 seatan, ji bo Idlibê lihevkirinek Îmze kir, li gorî wê şer li Idlibê radiweste,kordîneyên mirovî vedibin û dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li herêma agirbestê digerin.

Back to top button