Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Tekane çareserî rêya Sêeyemîn e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk da zanîn ku pêşniyara “Rêya Sêyem” a Ocalan tekane rizgariya gelan e û got:

Polîtîkayên ewlekariyê pirsgirêkan kûr dikin.

Çareserî rêya sêyem e.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Berdan Ozturk, peyama “rêya seyemîn” a Rêber Ocalan û krîza li Sûrî ji ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Berdan Ozturk got piştî, 8 mehan bi Ocalan re hevdîtin pêk hat lê tecrîtkirin didome.

Ozturk bal kişand ser krîza hem li Tirkiyê hem jî li Rojhilat Navîn û ev tişt anî ziman:

Ji bo çareseriya van pirsgirêkan û krîzan rêberek ku rola çareseriyê dikaribe bileyîze hebe ew jî birêz Ocalan e.

Dinya hemû rol û mîsyona birêz Ocalan a ji bo çareserî û aştiyê dizane.

Ji ber vê yekê tenê ne kurd tên tecrîtkirin gelên Tirkiyê hemû tên tecrîtkirin.

 Berdan Ozturk: Heke pêşniyarên Ocalan piştguh nekirina

Hevserokê KCD’ê pêşniyar û tespîtên Ocalan ên berê û niha yên ji bo çareseriyê bi bîr xist û wiha got:

Ger fikr û ramanên Ocalan ji aliyê desthilatê ve nehatiba piştguhkirin wê îro gelên Tirkiyê ne di van şertên zor de bûna.

Me yê îro behsa Tirkiyek cudatir bikira.

Rêya sêyemîn a ku birêz Ocalan pêşniyar dike tekane rêya rizgariya gelên Tirkiyê ye.

Berdan Ozturk: Çareserî li cem gelê Sûriye

Berdan Ozturk, di nirxandinên xwede balkişand li ser şerê li Sûrî û polîtîkayên dewleta tirk û bi taybet jî yên AKP’ê.

Ozturk diyar kir ku çareserî ne li gel Putîn û Trump e lê çareserî li gel gelê Sûrî bi xwe ye.

Tevî vê yekê jî Tirkiye di encama polîtîkayên xwe ‘feraseta îttîhat û terakkî’ û ‘dijminahiya kurdan’ de niha li Sûriyê ye.

Muxatabê pirsgirêkan ne ev dewlet in.

Muxatabê çareseriya pirsgirêkan gelê kurd û rêberên xwe û pêşengên xwe ne.

Ji bo vê yekê rêya sêyemîn gelek girîng e.

Berdan Ozturk: Yekîtiya Neteweyî şansekî mezin yê Kurdane

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, di rewşa hestiyar ku gelê kurd û rojhilata navîn têre derbas dibe careke din îşaret bi Yekîtiya Netewî kir.

Şansek mezin di destê kurdan de ye.

Kurdan di encama bedelên giran de ev şans bi dest xist.

Li ser destkeftiyên kurdan êrişên cidî hene.

Gelê kurd ferman daye pêşeng û siyasetmedaran.

Berpirsiyariya pêkanîna yekîtiyê li ser milê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, seyda, ronakbîr û yên kesayetên din e.”

Back to top button