Di demekê de ku dewleta Tirk dibêje, agirbesta li Idlibê nehatiye binpêkirin, Rûsya piştrast kir ku çeteyên dewleta Tirk agribest 6 caran binpê kir.
Têkildarî agirbestê rejîma Sûrî jî ragihand ku ev agirbest demkî ye û tenê ji bo herêmekê derbasdar e.
Agrbesta Putin-Erdogan ku ji bo Idlibê hat ragihandin, di roja 2. an de ye.
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar idîa kir ku agirbesta li Idlibê bi awayekî baş û bê binpêkirin birêve diçe.
Akar hişyarî da ku eger ti êrîş li dijî wan pêk were, ew ê bersiveke tund bidin.
Akar: Hefteya bê şandeyeke Rûsî serdana Enqereyê dike
Akar eşkere jî kir ku hefteya bê wê şandeyeke leşkerî ya Rûsî serdana Enqerê bike.
Rûsya: Agirbest 6 caran hatiye binpêkirin
Lê berevajî daxuyaniyên Akar, Navenda Lihevanîna Rûsî li Sûriyê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 6 caran agirbest binpêkirine û gule bi ser taxên sivîlan de reşandine.
Li gorî navendê, ji destpêka agirbestê ve, çeteyan gule bi ser deverên Kefer Helal û Xirbet Cezraya yên parêzgaha Helebê û taxa Kebana û Eko yên parêzgaha Laziqiye de barandine.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov jî diyar kir ku dewleta Tirk karwanekî leşkerî di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.
Rejîma Sûrî: Agirbest demkî ye û tenê ji bo herêmekê ye
Têkildarî agirbesta navborî rejîma Sûrî ragihand ku ev agribest demkî ye û tenê ji bo herêmekê derbasdar e.
Şêwirmenda siyasî û ragihandina serokatiya rejîma Sûrî Buseyna Şaban di hevdîtineke televizyonî de got:
Şerê li dijî terorê berdewam e û lilhevkirina Putin û Erdogan demkî ye û tenê ji bo herêmekê derbasdar e.
Rejîma Sûrî: Derew û durûtiya Erdogan ji her kesî re eşkere ye
Busyna Şaban destnîşan kir ku Erdogan di nava krîzekê de maye û êdî siyasatên wî yên piştgiriya terorîstan, dosyaya penaberan û derew û durûtiya wî ji her kesî re eşker bûn.
Fransa: Agribest lawaz û bi nakok e
Di heman çarçoveyê de Fransa jî agirbesta Putin-Erdogan bi agirbesteke lawaz û bi nakok bi nav kir û teqez kir ku ev agirbest li ser erdê hîna pêk nehatiye.
”Heyit Tehrîr El-Şam” spasiya dewleta Tirk kir
Ji bo heman agirbestê jî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ”Cebeht El-Nusra” spasiya dewleta Tirk kir û piştevaniya xwe bi êrîşên dawî yên dewleta Tirk li Idlibê re nîşan da.
Pêncşema borî li Moskovayê, Pûtin û Erdogan ji bo Idlibê lihevkirinek Îmze kir.
Li gorî wê şer li Idlibê radiweste, korîdorên mirovî vedibin û dewriyeyên hevbeş ên Rûsî-Tirkî li herêma agirbestê digerin.