PYD: Rola Jinan aktora serkeftina şoreşa demokratîk e

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê jî bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da û cejin li hemû jinên cîhanî, di serî de dayikên şehîdan pîroz kir.

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PYD’ê 8’ê Adarê li tevger û rêxistinên jinan û dayikên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku rola jinan aktora serkeftina şoreşa demokratîk e.

PYD’ê diyar dikin ku tu serketin bêyî hebûna jinan, garantiya azadî û beşdariya wan ne pêkan in.

Di daxuyaniya PYD’ê de heval Saknîna, Şîlan, Leyla, Fîdan, Zîlan, Barîn, Arîn, Amargî, Hevrîn, dayika Eqîde jî hatin bibîranîn.

Di dawiyê de PYD’yê soz da gelê xwe, ku ew ê li ser riya şehîdan bimeşin heta serkeftin pêk were û zihniyeta desthildarî bişkîne.

Back to top button