Piştî hişyariyên ”YE”, Tirkiye rê li ber penaberan digire

Piştî hişyariyên Ewropayê, dewleta Tirk rê li ber penaberên ber bi Ewropayê ve digire û Yûnanistan jî agahiyên Erdogan derbarê penaberan bi derew bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan biryara qedexekriina derbasbûna penaberan bi riya deriyaya Îcê ber bi Yûnanistanê ve ragihand.

Piştî ku bi hezaran ji van penaberan li ser sînorên Tirkiyê-Yûnanistanê asê û li çolan man, Erdogan îda dike ku ev biryara wî ji ber metirsiya ava Îcê ye.

Têkildarî daxuyaniyên Erdogan Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis Erdogan bi derewan tewanbar kir û piştrast kir ku Ewropa nakeve bin xefka şantaja dewleta Tirk.

Hêjayî gotinê ye ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan di demeke ku nakokî navbera wî û YE de kûrtir dibin, sibe berê xwe dide Biruksilê.

Back to top button