Endamê TEV-DEM’ê Îmadedîn Abdullah hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Dêrikê bi merasîmekê cenazeyê Endamê TEV-DEM Îmadedîn Abdullah li goristana şehîdan oxir kirin.

Endamê TEV-DEM Îmadedîn Abdullah, dema erka xwe bi cih dianî li bajarê Qamişlo şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Dêrikê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li dar xistin.

Şêniyan cenaze ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve keti rê.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a şaxê Dêrikê Heqî Sîpan sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Sîpan anî ziman ku rola şehîd Îmadedîn ne kêmî rola şervanên di eniyên şer ên parastinê xakê de bû.

Malbata şehîd Îmadedîn jî anî ziman ku şehadeta Îmadedîn ji bo wan cihê şehnaziyê.

Cenazeyê şehîd di nava sloganên de hat oxirkirin.

Back to top button