Zerîf: Amerîka, terora bijîşkî li dijî Îranê bi kar tîne

Serokwezîrê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku, serokê Amerîkayê Donald Trump terora aborî û bijîşkî li dijî Îranê, ji bo lawazkirina karîna wê ya rûbirûbûna coronayê, bi kar tîne.

Zerîf, duh li ser hesabê xwe yê twitterê gotibû:

Welatiyên me ji ber coronayê dimirin û pêwîstiya me bi hinardeyên welêt ji bo rûbirûbûna vîrûsê heye, lê di demeke wisa de Trump cezayên Amerîkî yên ne qanûnî li ser Îranê zêde dike.

Zerîf her wiha bang li welatên cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, ji ber li gorî wî ”terora Amerîka ya bijişkî, ne kêmî ya aborî ye”.

Back to top button