Çavdêriya Sûrî: hêzên Rejîmê, bêyî şer bi pêş ve diçin

Hêzên rejîma Sûrî bêyî bi çeteyan re şer bikin, li bejahiya Idlibê bi pêş ve çûn.

Rejîmê, çete jî bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Sûrî, şeva borî hêzên rejîmê li Meret Muxis û el-Birîc ên derdora Kefer Nubil, bêyî bi çeteyan re bikevin nava şer, kontrol kirin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Sana ya rejîmê ragihand ku komên terorîst yên desteka xwe ji rejîma Erdogan werdigirin, 19 caran agirbest binpê kirine û gundên Hezarîn û el-Dar el-Kebîr ên bejahiya başûrê Idlibê, topbaran kirine.

5’ê Adarê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan û yê Rûsî Putin li ser agirbestê li hev kiribû, lê ev ne cara yekê ye ku agirbestê radigihînin û her tim jî têk diçe.

Back to top button