Efrîn..Meha Sibatê, 5 ji wan jin, 73 sivîl hatine revandin

Li Efrînê hovîtiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sînoran nas nake. Tenê di nava miha Sibatê de, çeteyên dewleta tirk a dagirker, 73 şêniyên Efrînê revandin. Tevî wê jî ferzkirina bacan, talankirina şûnwarên Efrînê jî li ser destê çeteyên dewleta Tirk didome. Herî dawî çeteyan girê “Endîb” yê Efrînê talan dikin.

Çeteyan sivîlek ji gundê Aşkan Rojava revand

Li Efrînê roj derbas nabe ku binpêkirin û revand pêk nayên.

Malpera Efrîn post ragihand ku çeteyên dewleta Tirk Çarşema borî, li navçeya Cindirêsê şêniyê bi navê Horî Horî yê (30) yê ji gundê Aşkan Rojava bi tawana ku teqmiyan amade dike û di teqîne, revand.

Çavkaniyan herêmî teqez kirin ku bi armanca tevlihevî û tirs di nav şêniyên Efrînê belav bikin, çeteyan bi xwe van kiryaran dikin.

Her wiha çeteyan bi henceta parastin û ewlehiya milkên wan, ji 5 heya 10 hezar L.S bace li xwedî dikanan û pîşesazan ferz kirine.

Dewleta Tirk dîroka Efrînê li girê ”Endîb” talan dike

Li gundê Istêr yê Efrîn jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo lêgerîna zêr û windakirina dîroka Efrînê, girê”Endîb” wêran kir û heya niha kolandin lê dewam e.

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku heta niha zêdetirî 16 hezar perçeyên dîrokî hatin dizîn û derbasî Tirkiyê hatine kirin.

Meha Sibatê, 5 ji wan jin, 73 sivîl hatine revandin

Li aliyekî din Rêxistina Sûrî ji bo Edalet û Rastiyê ragihand ku meha Sibatê, çeteyan 73 sivîl di nav de 5 jin û zarok revandin.

Rêxistinê diyar kir ku piştî malbatên wan fîdeya dan, çeteyan 38 sivîl di nav de 4 jin berdan.

Lê heya niha çarenûsa 35 sivîlên revandî nehatiye zanîn.

Back to top button