Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên dewleta tirk a dagirker çalakî lidar xistin.
Di çalakiyên li Ezaz, Şêrewa û xeta Babê de 3 çete hatin kuştin 4 jî bîrîndar bûn.
Li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê Hêzên rizgariya Efrînê rojane çalakiyên bi bandor lidar xistin.
Hêzên rizgariyê têkildarî çalakiyên li Bab, Ezaz û Şêrewaya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir:
4’ê Adarê çeteyên dagirker xwestin êrîş bibin li ser bajaroka Şêx Îsa.
Di encama bersivdayina hêzên rizgariyê de şer derket û çete paşde reviyan.
Jimara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelal kirin.
5’ê Adarê li Ezazê hêzên rizgariyê li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet li dar xistin.
Di encama çalakiyê de tangek hat ruxandin û 2 wesayîtên çeteyan jî hatin şewitandin.
Jimara kuştî û brîndaran nehat zelal kirin.
6’ê Adarê li Efrînê hêzên rizgariyê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê li dar xistin.
Di encama çalakiyê de 2 çete brîndar bûn.
HRE: li gundê bircheyder yê navçeya şêrewa 2 çete hatin kuştin
7’ê Adarê li gundê Birc Heyder yê navçeya Şêrawa hêzên rizgariyê li dijî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin.
Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Herwiha wesayitek hat teqandin.
Heman rojê hêzên rizgariyê li xeta Babê jî 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin.
Di encama wan çalakiyan de çeteyek hat kuştin û çeteyek jî brîndar bû.
Hêzên rizgariya Efrînê dazanîn ku di encama çalakiyên 4 rojan de qasî ku hat zelal kirin, 3 çete hatin kuştin û 4 jî brîndar bûne.