Rûsya: Agribest 19 caran hatiye binpêkirin

Hemwextî agirbesta Putin-Erdogan rejîma Sûrî 2 herêmên nû li Idlibê kontrol kirin.

Rejîma Sûrî çeteyên dewleta Tirk bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir û Rûsya jî ev yek piştrast kir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî gefên xwe li dijî rejîmê nû kirin û li wê mikur hat ku tenê di mehekê de 59 leşkerên wî li Idlibê hatin kuştin.

Hêzên rejîma Sûrî bêyî bi çeteyên dewleta Tirk re şer bikin, li bejahiya Idlibê bi pêş ve çûn.

Navenda Çavdêriya Sûrî, ragihand ku şeva borî hêzên rejîmê li Idlibê, herêmên Meret Muxis û el-Birîc ên derdora Kefer Nubil, bêyî bi çeteyan re bikevin nava şer, kontrol kirin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Sana ya rejîmê ragihand ku komên çete yên dewleta Tirk, 19 caran agirbest binpê kirine û gundên Hezarîn û el-Dar el-Kebîr ên bejahiya başûrê Idlibê, topbaran kirine.

Rûsya: Agribest 19 caran hatiye binpêkirin

Ev binpêkirin ji aliyê Rûsyayê ve jî hat piştrastkirin.

Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê teqez kir ku çeteyên li Idlibê 19 caran agirbest binpê kirine.

6’ê Adarê jî, heman navendê binpêkirina çeteyên dewleta Tirk 6 caran ji agirbestê re ragihandibû.

Erdogan gefên xwe nû kirin û li kuştina 59 leşkerên xwe mikur hat

Li aliyekî din sewrokkomarê Tirkiyê Erdogan gefên xwe yên li dijî rejîma Sûrî nû kir û got:

“Heger rejîma Sûrî agirbestê binpê bike em ê êrîşa leşkerî li Idlibê dîsa dewam bikin.”

Erdogan li wê yekê jî mikur hat ku di mehekê de 59 leşkerên Tirk li Idlibê hatin kuştin.

Erdogan bang li Yûnanistanê kir: Deriyên xwe li ber Penaberan veke

Erdogan careke din kaxeza penaberan bi kar anî û bang li Yûnanistanê kir ku “Deriyê xwe li pêşberî penaberan veke”.

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku wê sibe derbarê dosyaya penaberan bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê re bicive.

Back to top button