Li navend bajarê Efrînê ya dagirkirî teqînekê rû da, di encamê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku îro li ser rêya siyasiyê ya li navenda bajarê Efrînê motorsklêtek teqiya.
Ji ber teqînê kesek mir û yek jî birîndar bû.
Heta niha ti kesî ev teqîn negirtiye ser xwe.
Li herêmên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, ne aramî lê serwerin.